Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Qedexeya ser Sputnikê hat rakirin.
Derbarê wê yekê de di edîsyona Kurdistan ya Sputnikê de wiha hat gotin: ‘Ji terefê dezgehên fermî ji bo rakirina qedexeya ser malpera Spûtnîkê tu daxuyani an jî nivîs nehatine şandin û tu agahî nehatine dayîn.’
Siteya Sputnikê ji hêla Serokatiya Ragihandin-Telekomînîkasyonê (TIB) ve di 15ê Nîsana borî hatibû qedexekirin.
Piştî wê biryara qedexekirinê Berpirsê Weşana Giştî yê Sputnikê Simoyan gotibû ku ji vir şûn de ne mimkûn e mirov bêje li Tirkiyeyê çapemenî azad e.
Di 20ê Nîsanê de Kordînatorê Tirkiyeyê ya Sputnikê Tural Kerimov li balafirgehê rastî astengiyê hatibû, pişitre polêsan dest danîn ser pasaporta wî û ew hatibû dersînorkirin.
Piştî ji hêla Tirkiyeyê ve balafira Rûsyayê hatibû xistin, di nav vê mehê de wê Serokê Dewleta Rûsyayê Putin û Erdogan cara yekem hevdîtin bikin. Balkêş e ku biryara rakirina qedexeyê beriya pêkanîna wê hevdîtinê hatiye girtin.
(HK/YO)