Qedexeya derketinê ya li Qulpê bi dawî bûye
Qedexeya derketina derve ya li heşt gund û gundikên navçeya Qulpê ya Amedê, bi dawî bûye. Biryar bi hinceta operasyona leşkerî hatibû standin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kiriye ku wan qedexeya derketina derve ya li heşt gund û gundikên Qulqê, îro saet 14.00ê bi dawî kiriye.
Biryara bidawîkirinê di malpera fermî ya Walîtiyê de hatiye belavkirin ku biryara qedexeyê bi hinceta operasyona leşkerî hatibû standin. Biryara qedexeyê duh dîsa li ser malpera fermî ya Walîtiyê hatibû aşkerekirin.
Li gorî biryarê li “Gundê Yaylakê û gundikên Şeyhsalî, Nedrehûş, Mezrasor, Sîmetok, Dalîderî, Akçana û Dêrikê” derketina derve hatibû qedexekirin. (AS/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.