Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna yekemîn a doza çar xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) yên di dema merasîma mezûniyê de pankart hildabûn û paşê hatibûn girtin çêbûye. Her weha kesê ku tê gotin pankart amade kiriye jî hatiye dadkirin.
Li xwendekaran bi tohmeta “heqaret li Serokomarî” kiriye, doz hatibû vekirin.
Doz li 11emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê çêbûye. Dadgehê biryar girtiye ku qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê li ser xwendekaran û kontrola edlî ya li ser dikandarî rabe.
Her weha biryar daye ku ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê re bipirsin, gelo derbarê karîkaturê de lêpirsîn li rêveberên kovara Penguenê de hatiye vekirin an na.
Doz wê 4ê Nîsana 2019ê berdewam bike.
Erdoganî gilînameya xwe bi şûn de kişandibû
16ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xwendekar kom bûbûn. Parêzerê Erdoganî piştî kombûnê diyar kiribû ku wan gilînameya xwe bi şûn de kişandiye.
Lê doza civakî ya derbarê xwendekaran de berdewam dike.
Çi bûbû
3 xwendekar 7ê Tîrmehê, yek jî 9ê Tîrmehê hatibûn desteserkirin û 10ê Tîrmehê hatibûn girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, lêpirsîn li wan kesan dabû destpêkirin ku 6ê Tîrmehê dema merasîma mezûniyê ya li ODTÜyê pankart hilgirtibûn. Serdozgeriyê lêpirsîn bi tohmeta “heqareta li serokomarî” vekiribû.
Li ser wê pankartê karîkaturek hebû ku sala 2004ê li Kovara Pengûenê hatibû belavkirin.
Karîkatur bi ser navê “Cîhana Tayyîban” di berga kovarê de hatibû weşandin û Recep Tayyîp Erdogan weke fîl, zirafa, meymûn, dewe, beq, mar, çêlek û werdekê hatibû xêzkirin. Erdoganî doz li hemberî kovara Penguenê vekiribû û daxwaza 40 hezar lîreyê Tirkiyeyê kiribû. Lê Dadgeha Asliye Hiqûqê ya Enqereyê ya Yekem weşandina karîkaturê weke “azadiya xweîfadekirinê” nirxandibû û daxwaza Erdoganî qebûl nekiribû. (BK/FD)