Qedexeya derketina derve ya li Mêrdînê bidawî bûye

Fotograf: AA Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Mêrdînê aşkere kiriye ku ji vê sibehê û pê de li 9 gund û gundikên Nisêbînê derketina derve qedexe ye.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku li çolterên navçeyê, bi armanca “tunekirina stargeh, depo û kozikên balafirşikênan û bidestxistina kelûpelan” operasyon dane destpêkirin.
Li gorî Qanûna Rêvebirina Bajaran biryara qedexeyê hatiye wergirtin ku di saet 04.00ê destpê sibehê de destpê kiriye. Li gorî vê biryarê çûn û hatina Mişawilê, Fiskînê, Berhokê, Arpali, Bahmînin, Efşê, Şekîn, Yol û Geliyêsorayê wê sînordar be. Biryara rakirina qedexeyê wê paşê bê rakirin.
Walîtiyê saet li derdora 11.00ê de daxuyaniyeke din weşandiye û gotiye, piştî operasyon pêk hatiye, biryara qedexeyê bidawî bûye. (AS/FD)