Fotograf: AA
Ji ber belavbûna vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê, li 30 bajarên mezin û li Zonguldakê derketina derve hatibû qedexekirin. Biryara derketinê saet di 24.00ê şevê de des pê kir.
Wezareta Navxweyî hûrgiliyên qedexeyê aşkere kiribûn ku wê li Zonguldak û li 30 bajarên mezin ev biryar bi cih were. Li gorî vê biryarê derketine derve duh saet ji 24.00ê li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denizlî, Amed, Erzirom, Eskişehir, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmir, Mereş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekirdag, Trabzon û Wanê hatiye qedexekirin.
1ê Gulanê roja îniyê ku di nava wan rojên astengkirî de ye, dê market û mêwefiroş ji saet 09.00 heta 14.00ê vekirî bin. Welatî (ji bilî yên 65 salî û jortir digel yên 20 salî û jêrtir) bi mebesta dabînkirina pêdawistiyên xwe yên zarûrî bêyî bikaranîna wesayitan (jibilî kêmendaman) dikarin biçin market û mêwefiroşên nêzîkî îqametgaha xwe. Di heman saetên navborî de market dikarin siparişan teslîmî navnîşanan bikin.
Dê 2 û 3ê Gulanê rojên şemî û yekşemê market û mêwefiroş bi temamî girtî bin.
Di rojên ku astengkirina derketina derve hebe firin û firoşgahên hevîremeniyê herwiha şêranîfiroş dê vekiribîn, û servîsê bo malan bikin. (FD)