Kırklareli. Fotograf: AA
Biryara qedexeya derketina derve ya ku di çarçoveya rênimayên Covid-19ê de hatibûn standin, piştî 4 rojan li 81 bajaran bidawî hat.
Wezareta Navxweyî ragihandiye ku di dema qedexeya derketina derva ya 4 rojan da derbarê 47 hezar û 831 kesên ku biryar binpê kiriye karên edlî û îdarî hatine kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hatiye bibîrxistin ku ji 11ê Adarê ku li Tirkiyeyê şewba vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) hat dîtin pê ve bi pêşniyazên Lijneya Wezîran û çarçoveya telîmatên Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî de gelek tedbîr hatine stendin.
Di daxuyaniyê da hatiye diyar kirin ku di civîna Lijneyê de li 81 bajaran ji bo Cejna Remezanê biryara qedexeya derketina derva hatiye ragihandin û biryar li wan bajaran hatiye pêkanîn.
Ceza li 48 hezar mirovan hatiye birîn
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin ku qedexeya derketina derva ya ku 22ê Gulanê nîvê şevê dest pê kir dê îşev bi qede û wiha hatiye gotin:
"Dema qedexeya derketina derva ya 4 rojan de li seranserê welêt di cejnê de derbarê 47 hezar û 831 kesên ku biryara qedexeyê binpê kirine de karên edlî û îdarî hatine kirin. Wezaretê ragihandiye ku li 2 bajarok, 17 gund, 45 tax û 2 mezrayên li 25 bajêran karantîna didome, li 395 cihên li 63 bajêran jî karantîna hatiye rakirin." (AY/FD)