Qedexeya derketina derve ya ku di çarçoveya rênimayên Covid-19ê de hatibûn stadin, piştî 3 rojan li 31 bajaran îşev di saet 00.00an de bidawî hat.
Bajarên ku derketina derve lê hatibû qedexekirin ev in:
Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Denîzlî, Amed, Erzîrom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Maniîa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zongûldak e.
Ji bo 27 hezar û 828 kesan karûbarê edlî hatiye tomarkirin
Di dema qedexeya derketina derve de ya ji 1ê Gulanê roja îniyê saet 00.00ê heta 3ê Gulanê roja yekşemê saet 00.00ê ji bo 27 hezar û 828 kesên ku pabendiya rênimayê nekirine karûbarî edlî û îdarî hatiye kirin. (AY/FD)
Çavkanî - Fotograf: AA