* Fotograf: Veli Gürgah / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî daxuyaniyek daye û gotiye, "Qedexeya derketina derve ya ku di çarçoveya rênimayên Covid-19ê de hatibûn stadin, piştî 48 saetan li 31 bajaran ji saet 24.00ê 19 Nîsanê pê ve bidawî hat."
Bajarên ku derketina derve lê hatibû qedexekirin ev in:
Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Denîzlî, Amed, Erzîrom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Maniîa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zongûldak e.
20 hezar û 398 kesan qedexeya derketina derve binpê kirine
Di daxuyaniya Wezaretê de hatiye destnîşan kirin, 20 hezar û 398 kesan qedexeya derketina derve binpê kirine û derbarê wan kesan de ceza li wan hatiye birîn.
Piştî xilasbûna qedexeyê kontrola kargehên ku lazime girtîbin û yên ku kirîn û firotinê ji wan bikin dê di çarçoveya madeyên Qanûna Parastina Tendirustiya Giştî û yên Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) de wê berdewam bikin." (TP/AY/FD)