Fotograf: MA
Qaymeqamiya Tetwanê ya navçeya Bedlîsê, destûr nedaye ku lîstika şanoyê ya bi navê “Haylo Dîsa Tevlihev bû” bê pêşkêşkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bi pêşengtiya Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê lîstika ŞanoWanê ya bi navê “Haylo Dîsa Tevlîhev bû”, wê li navçeya Navenda Çandê ya Şareradiya Tetwanê bihata pêşkeşkirin. Qeymeqamtiya Tetwanê bêyî ku tu sedeman nîşan bide pêşandana listikê qedexe kiriye.
Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê bi daxuyaniyeke nivîskî biryara Qaymeqamiyê ragihandiye. Komeleyê bertek nîşanî biryarê daye: “Ev biryara qedexeyê ji gelê kurd re hatiye dayîn. Em vê biryarê û biryarên dişibin vê nas nakin. Li dijî van qedexe û sansuran şert û merc çi bibin bila bibin, em ê nunertiya çand û zimanê xwe û pêkanîna hunera xwe bidomînin.” (FD)