Fotograf: AA / Arşîv
Vladîmîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê îro aşkere kiriye ku wan yekemîn aşle ango vaksîna vîrusa Covid-19ê çêkiriye.
Pûtînî ragihandiye ku Wezareta Tendirustiya Rûsyayê razîbûna xwe li ser yekemîn aşleya koronavirusê nîşan daye.
Pûtîn diyar kiriye ku, vaksîna rûsî ya koronayê bi bandor e û parastineke domdar çêdike
Serokdewletê Rûsyayê herwiha ragihandiye, keça wî yekemîn vaksîna koronayê li xwe xistiye.
Pûtînî derbarê pêkanîna vaksînê li ser keça xwe jî gotiye, dema keça wî vaksîn wergirtiye, hinekî pileya germiya laşê wê bilind bûye, lê bi awayekî bilez ew bilindbûna germiya laş nemaye.
Instîtuya Gamaliya li Moskowayê li ser wî dermanî kar dike. Pûtînî gotiye ku ew hêvîdar e, Rûsya di demeke nêzîk de dest bi berhemanîna berfireh a vaksînê bike.(FD)