Pûtîn: Nêrinên me û Tirkiyeyê ji hev cûda ne
Vladîmîr Pûtin, Serokê Rûsyayê derbarê Qerebaxê de daxuyani daye û gotiye, nêrinên me û Tirkiyeyê têkildarî herêma ku şer lê didome ji hev cûda ne. Pûtînî diyar kiriye, di şer û pevçûnan de nêzîkî 5 hezar kesî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Vladîmîr Pûtîn, Serokê Rûsyayê destnîşan kiriye, ku bi Tirkiyeyê re wê pêdivî bi xalekî hevbêş hebe û derbarê Erdoganî de jî weha gotiye, “Dibe ku ji derve de hişk bi xûyê lê sîyasetmedarekî nerme û ji bo Rûsyayê hevkarekî bi bawer e.
Li gorî nûçeya Euronewsê Pûtînî roja Pêncşemê tev li civîna saziyeke fikrî bûye û tê de gotiye, em weke yek nêzîkî Ermenîstanê û Azerbaycanê dibin.
Nêzîkî 5 hezar kesî mirine
Pûtînî diyar kiriye ku ew her roj bi serokê her du welatan re di axive û ew ji her kesî zêdetir dixwaze pirsgirêka Qerebaxê were çareserkirin.
Serokê Rûsyayê destnîşan kiriye, di şer û pevçûnan de heta niha ji her alîyekî ji 2 hezarî zêdetir û bi giştî nêzîkî 5 hezar kesî can dane. (PT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.