FOTO-NÛÇE
Pulura Dêrsimê bi berfê xemilî
Piştî barana çend rojan, li Pulurê hewa sar bûye û vê serê sibê berf bariya.

Pulur, navçeya Dêrsimê bi berfê xemilî. Li navçeyê çend roj e ku baran dibare û hewa sar e. Vê serê sibê jî berf bariya.
Ji ber barîna berfê dar, wesayît û banên xaniyan bi berfa spî xemilîn.
Barîna berfê li navçeyê didome. Ji ber barîna berfê gelek ajalên kolanan nekarin xwarinê peyda bikin û birçî dimînin.
(FD)
Fotograf: Sîdar Can Eren/AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.