Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatine desteserkirin
Ciwanê bi navê Nahel M. ê 17 salî li Fransayê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Protestoyên ji ber kuştina Nahel M. destpê kirine didomin û heta niha herî kêm 150 kes hatine desteserkirin.

Li Fransayê protestoyên ku li piştî kuştina Nahel. M.yê 17 salî destpê kiribûn, didome.
Ciwanê 17 yê bi navê Nahel M. bi hinceta ku “guh nedaye hişyariya sekinandinê ya polîsan” ji aliye polîsan ve hatibû kuştin.
Bi kuştina Nahel M. re li Fransayê protesto destpê kirine. Di encama pevçûnên di navbera polîs û çalakvanan de heta niha herî kêm 150 kes hatine desteserkirin. Çalakî li gelek deverên Parîsê û bajarên cuda belav bûne.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji ber tundiya polîsan û çalakiyên li seranserî welêt belav bûne, banga civîna lezgîn li yekîneya krîzan a wezaretan kiriye.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.