Promiyera “Tu Ne Gara Yî” wê li Stenbolê were pekanîn
Lîstika bi navê “Tu Ne Gara Yî” cara yekem wê li Stenbolê li Navenda Çand û Hunera Sîyê bê nişandan.

Lîstika bi navê “Tu Ne Gara Yî” cara yekem wê li Stenbolê li Navenda Çand û Hunera Sîyê di saet 20.00ê 26ê Sibatê de bê nişandan.
Naveroka şanoyê weha ye:
Gara, ji ber gotin û çîrokên cûre bi cûre, di nav gel de bûbû lehengekê mezin û bîrdariya wî tê çikandin.
Kesên siyasetmedar ên wê demê jî bi saya serê vê lehengiya sexte dibin rêvebir.
Lê Gara, ji keştiya mirinê ya ku noq bûye, sax difilite û tê Yûntabûrê û hemû planan berevajî dike.
Promiyera “Tu Ne Gara Yî” di saet 20.00ê 26ê Sibatê de wê li Navenda Çand û Hunera Sîyê were pêkanîn.(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.