Ji bo nûçeya Tirkî
Encamên hilbijartina duh ku ji bo rakirina parêzbendiyên parlementeran pêk hat, diyar bûn.
Teklîfa ji bo guherandina qanûnê de madeya 1. bi 350, madeya 2. jî bi 357 dengan hat qebûlkirin.
Prof. Levent Koker ji bianetê re axivî û diyar kir ku di encama hilbijartina li meclisê hat kirin de, wê referandûm were kirin û got: ‘Rederandûm tê wateya perçebûna siyasî. Bi çi aqilê vê yekê dikin, ez jî nizanim. Referandûm wê bibe sedema xerckirina butçeyê û lihevtîjbûnê.’
‘Eger referandûm pêk were, dê li cihek weke Colemêrgê %80-90 dê bête redkirin, lê li cihek weke Yozgatê jî %80 were qebûlkirin. Eger wiha be, dê çi bikin gelo? Ev tê wateya perçebûna siyasî. Partiyeke weke MHPê ku dibêje ‘Bila Tirkiye neyê perçekirin’ çawa vê yekê dike?’
Prof. Koker ragihand ku guhertina bi vî rengî li dijî hiqûqê ye û mafên sereke jî tên binpêkirin.
Li gorî makezagonê;
-Parêzbendiya her parlementerek divê yek bi yek were rakirin. Di çarçoveya dosyeyek tenê de rakirina parêzbendiya gelek parlementeran, îxlalkirina makezagonê ye.
-Eger hiqûqa cezayê were guhertin jî, qanûnê guhertî ancax dikarin ji bo dadkirina sûcên siberojê pêk bînin. Dadkirina ji bo sûcên beriya guhertinê, dîsa îxlalkirina makezagonê ye.
-Eger parêzbendiya parlementerek li gorî makezagonê were rakirin jî, mafê wî/wê parlementerê heye ku li hemberî parlementoyê xwe biparêze. Bi vî awayî mafê parastinê ya parlementeran jî tê binpêkirin.
Di hilbijartina duyem de eger derbarê teklîfê de ji 330yê kêmtir dengên ‘erê’ were bikaranîn, wê neyê qebûlkirin. Lê eger di navbera 330-366an de dengên ‘erê’ were bikaranîn, wê referandûm bête kirin.
Prof. Koker got ku ev yek bi her wayî tê wateya vederkirina HDPê.
Koker di dawiyê de wiha got: ‘Dibe ku HDP nûnerê hemû kurdan nebe. Lê eger HDP li parlamentoyê were vederkirin, ew kurdên ku piştgiriyê didin wan vê yekê ji bo xwe bihesibin.’
(EA/YO)
Prof. Levent Koker kî ye? |
Di 1954an de li Enqereyê ji dayîk bû. Ewil Lîseya Amerîkî ya Tarsûsê, paşê jî Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê qedend. Di 1987an de li Fakulteya Zanistiyên Siyasî de teza xwe ya doktorayê temam kir. Di 1990an de bû doçent. Navbera salên 1989-1997an de li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn, Zanîngeha Bilkent û Zanîngeha Enqereyê de dersên lîsans û masterê da. Hêjî li Zanîngeha Yakin Doguyê dersan dide. |