Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Prof. Dr. Fusûn Ustel, Akademisyena Aştîxwaz, hatiye tehliyekirin. Ustel, 8ê Gulanê xwe radest kiribû û ew xistibûn Girtîgeha Jinan a Eskîşehîrê. Ustel, du meh û nîv e ku di gîrtîgehê de bû.
3yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyan a Herêmî ya Stenbolê sal û 3 meh cezayê Ustelê pesend kiribû.
Sennûr Baybûga, parêzera Akademisyena Aştîxwaz, Prof. Dr. Ustelê ji bianetê re got, “Piştî 10 rojan di girtîgehê de ma, me ji bo Dersdar Fusûnê biryar girtibû ku wê bişînin girtîgeha vekirî. Lê pêşiyê dozgerî gilî îtiraz kir paşê jî dadgehê biryar da û ev daxwaz hate astengkirin. Tiştên ku bûn, bi temamî binpêkirina mafan bûn. Bandora neyênî a wê pêvajoyê li ser me hemûyan çêbûye ku ji ber pirsgirêkên sîstema înfazkirinê derdikevin. Ez dikarim bibêjim ku înfaza wê hatiye sekinandin. Em gelekî bextewer in”. (HA/FD)