Prof. Dr. Alpay Azap bû serokê nû yê TTBê

Di 28-30ê Hezîrana 2024an de Yekitiya Doktorên Tirkan(TTB) 76emîn Kongreya xwe ya Mezin li dar xist. Konseya Navendî ya ku di kongreyê de hat hilbijartin, civîna xwe ya yekemîn di 6ê Tîrmehê de pêk anî.
Di civînê de dabeşkirina erkên Konseya Navendî ya ji bo serdema 2024-2026an hate kirin:
-
Serok - Dr. Alpay Azap
-
Serokê 2em - Dr. Mualla Pinar Saip
-
Sekreterê Giştî - Dr. Hilmi Onder Okay
-
Endamê Hesabgiriyê - Dr. Ali Karakoç
-
Endamê Xezîneyê - Dr. Nilufer Ustael
-
Endam - Dr. Alî Osman Karababa
-
Endam - Dr. Mehmet Şerîf Demir
-
Endam - Dr. Murat Erkan
-
Endam - Dr. Guzide Elitez
-
Endam - Dr. Ali Kanatli
-
Endam - Dr. Ayşegul Ateş Tarla
Piştî civînê endamên serdema berê û endamên Konseya Navendî ya TTBê yên nû hatin hilbijartin hatin kom bûn.
Di kombûnê de endamên Konseya Navendî ya TTBê ji ber xebat û têkoşîna endamên Konseya Navendî ya serdema berê spasiyên xwe anîn ziman. Her weha endamên Konseya Navendî ya serdema berê jî ji endamên Konseya Navendî yên nû hatine hilbijartin re daxwazên xwe yên serketinê û hevgirtinê anîn ziman.
(VC/AY)