Fotograf: Piştevaniya Bogaziçiyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan ew xwendekar li ber avahiya Edliyeya Çaglayanê desteser kirine ku ji bo hevalên xwe yên desteserkirî çûbûn Edliyeyê. Duh li Kampusa Bakurî ya Zanîngeha Bogaziçiyê bi sedema ku ala keskesor a nîşaneya civaka LGBTI+yan e hildane polîsan 24 xwendekar desteser kiribûn. Çav li rê bû ku îro 24 xwendekaran bînin edliyeyê.
44 Xwendekarên ku xwestine li vir civîneke çapemeniyê li dar bixin, polîsan ew desteser kirine.
Bogaziçi Tvya ku ji bo çalakiyên xwendekaran ên Bogaziçiyê ragihîne hatibû avakirin, diyar kiriye ku polîsan hemû hevalên wan desteser kirine: “Hemû kesên li ber Çaglayanê weşan dikir desteserkirî ne! Em, ekîba Bogaziçi tvyê jî desteserkirî ne! Em nizanin hevalên me birine ku, me zanyarî bi dest xist em ê bi we re jî par ve bikin.”
Yagmûr Kaya, nûçegîhana Arti Gerçekê jî di dema şopandina nûçeyê de li ber edliyeyê polîsan ew desteser kiriye. (DŞ/FD)