Polîsan welatiyên Tokatkoyê desteserkirine

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şeva borî (1ê Îlonê) saet di 03:00an de bi sedan polîs ketin Kolana Tokatkoyê. Polîsan deriyên malên welatiyan şikandine û welatiyên ku nexwestine ji malên xwe derkevin jî desteserkirine.
Welatiyê ku deriye malê wî ji aliyê polîsan ve hatiye şikandin, ji piş ve kelepçe li desta xistine û desteserkirine. Welatiyan bertek nîşanî lêdana polîsan a welatiyê desteserkirî dane.
Kel û Pelên welatiyan avêtine kolanan
Li gorî nûçeya Firat Fistik a li Sozcuyê hatiye weşandin, hin welatiyên ku Şaredariya Beykozê xwestiye malên wan hilweşîne, li dijî hilweşînê nerazîbûn nîşan dane û çûn ser banê xaniyên xwe.
Eşyayên hin welatiyan ji aliyê rayedarên şaredariyê ve avêtin kolanê.
Polîsan guleyên plastîk û gazê careke din li welatiyan reşandine.
Li gorî nûçeya Halk TVyê polîsan rojnameger asteng kirine ku nehiştîne dîmenê hilweşandina xaniyan bigire.(TY/AY)