Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
75 roj in ku herdu dersdêrên bi navê Nûrîye Gûlmen û Semîh Ozakça di greva birçîbûnê de ne. Polîsan hedu dersdêr desteser kiribûn. Polîsan îro siet 12:00piştevanên wan jî desteser kirin.
Polîsên li ber Manomentê Mafên Mirovan a Enqereyê kulîlk kom kirin û têketina caddeya monoment lê ye qedexe kir.
“Di hicreyê de li erdê ne”
Polîsan bi ser mala dessdêran de girtibû û ew desteser kiribûn.
Parêzerê dersdêran Engin Gokoglûyî ji bianetê re got:
“Nûrîye Gûlmen û Semîh Ozakça li Navenda Têkoşîna li Dijî Terorê di hicreyekê de ne. Ew li erdê ne. Berpirsên rewşa saxlemiya wan rayedar in.”
(AS/MB)