Fotograf: Meclîsa İSİGê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan midaxeleyî daxuyaniya çapemeniyê ya rapora “Covîd-19 di meha 7em de ye” ya Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Enqereyê(İSİG) kirine. Di encama midaxeleyê de 8 kes hatine desteserkirin.
Di nav kesên ku li pêş Nexweşxaneya İbnî Sîna ya Fakulteya Tipa Zanîngeha Enqereyê hatine desteserkirin de kedkarên tenduristiyê jî hene. Divîyabû İSİGê daxuyanî di saet 12.30an de bida.
Çerx digerin, karker dimirin
Murat Çakir, endamê Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Enqereyê(İSİG) derbarê astengkirinê polîsan de bertek nişan daye û gotiye, “Ev bersiva gotina li Tirkiyeyê çerx digerin, karker dimirin û ya daxuniya çapemeniyê ye. Daxuyaniya çapemeniyê mafeke.”
Di daxuyaniya çapemeniyê ya İSİGê ya ku hatiye astengkirin de weha hatiye gotin:
“Şewba Covîd-19ê li Tirkiyeyê di meha 7em da ye. Me weke meclîsa İSİGê ji roja destpêkê heta niha digotin bi van polîtikayên vê demê şewb gav bi gav dagerandin û kirin nexweşiyeke çîna karkeran. Di pêvajoya 7 mehên şewbê de bi feraseta parastina sermayê û bi feraseta her çi dibe bila bibe bila hilberîn bidome û bila “çerx bigerin” bûn sedeba belavbûna şewbê din av karkeran de.(AÖ/AY)