Polîsan Meşa Rûmetê ya ODTUyê dorpêç kiriye
Li ODTUyê ji ber Meşa Rûmetê ya ku îro tê lidarxistin, ji saetên sibehê ve li deriyên A1 û A4ê yên kampusê hejmara polîsan zêde dibe.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi boneya 11emîn Meşa Rûmetê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn(ODTU) aktivîstên LGBTI+ û xwendekarên ODTUyê kombûne.
Rojek beriya meşê (8ê Hezîranê) afîşên li dijî LGBTI+ yên bi mijara "parastina malbatê" li kampusê hatine daliqandin û Rektoratiyê bi e-mailê hişyariya "qedexeyê" ji xwendekaran re şandiye.
Ji saet 15.30an pê ve polîsan bi barîkatan rêya di navbera Avahiya Rektoriya ODTUyê û Çîmên Fîzîkê girtine.
Li gorî UniKuirê ku li zanîngehan di warê LGBTI+yan de li dijî cudakarî, tundî û nefretê têdikoşe, ji ber ku polîsan hin cih girtine, kombûna xwendekarên li ber Pirtûkxaneya ODTU, Çîmên Fîzîkê û avahiya Beşa Matematîkê asteng dibe.(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.