Polîsan li Stenbolê êrişî çalakiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê kirin: 50 kes hatin desteserkirin
Polîsên êrişî girseya ku li qada Şîşhaneya Stenbolê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto dikirin ,kir û nêzî 50 kes desteser kirin.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ji bo protestokirina êrişên hêzên paramîlîter û ên girêdayî wê yên li ser Heleb û Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê li qada Şîşhane li hev civiyan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê gelek kes ku parlementerên DEM Partiyê jî di nav de bûn hatin dorpêçkirin.
Polîsan êrişî girseya ku kom bûbûn kir û herî kêm 50 kes bi êşkenceyê desteserkirin.
Tevî hemû êriş û desteserkirinan girse bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Zext nikarin me biçewisînin” meşiyan.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.