Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan derengê şevê li Kolana Bayramê ya Beyoglûya Stenbolê bi ser malên jinên trans de girtine û 18 ji wan desteser kirine. Jinên trans bi tohmeta ku “cih ji bo fihûşê veqetandine û navbeynkarî ji bo vî kirine” hatine desteserkirin. Polîsan ew birine Navenda Polîsan a Taksîmê.
Li gor nûçeya Yildiz Tar a di Kaos GLyê de hatiye weşandin, polîsan bi sedema “tedbîrên koronayê” jin desteser kirine. Lê di zabitnameya cihê bûyerê de behsa tedbîrên koronayê nehatiye kirin. Tê di nivîsandiye ku “bi hefteyan e ku kolan dihate şopandin û gilî hebûn.”
Di saetên sibehê de îfadeyên jinan girtine û ew serbest hiştine.
“Em nizanin bê ka wê çi bibe”
Beyrût, yek ji jinên ku hatiye desteserkirin ji KaosGL.orgê re wiha gotiye:
“Derengê şeve em li ser hev hatin desteserkirin. Ji me re gotin ku em we ji ber ‘tedbîrên koronayê’ desteser dikin. Ji sê avahiyên cida em 18 keç bûn. Em hemû jî hatin desteserkirin. Bi qasî du saetan em hemû li heman odeyê bûn. Piştî parêzer hat em li odeyan belav bikin. Em heta saetên sibê desteserkirî bûn.
“Notirvan didan pêş û zext li me dikirin. Ev hebû ji xwe. Li kolanê notirvan ji bilî rûtînê, bi saetan li heman cihî disekinin û kî tê û diçe li wan didin. Ev jî bandorê li me dike. Em nizanin bê ka wê çi bibe.”
Parêzer Hatîce Demîr, Koordînatora Qada Hiqûqê ya SPoD LGBTI+ê gotiye tiştên bûne binpêkirina mafên mirovan e. (EMK/FD)