Polîsan li Stenbol, Amed û Dêrsimê bi ser gelek malan de girtin
Di encama serdegirtinên malan de hêrî kêm 16 kes hatin desteserkirin.

Li Stenbol, Amed û Dêrsimê polîsan vê sibê bi ser gelek malan de girtin. Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat (DGD) Abdulhakîm Daş û Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Eşref Yaşar jî di nava de herî kêm 16 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên li Stenbol û Amedê hatine desteserkirin birine Rêvebiriya Emniyeta wan bajaran. Derbarê sedema desteserkirinê heta tişt ji parêzeran re nehatiye gotin.
Ji du kesên ku li Dêrsimê hatine desteserkirin jê yek di çarçoveya lêpirsîneke ku li Manîsayê hatiye destpêkirin de desteser kirine.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.