Li Riha, Erzîrom û Balikesîrê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 9 kes hatin desteserkirin.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîsan bi ser hin malan de girtin û 4 kes desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan de ciwanên bi navê Huseyîn Kilivan, Suleyman Kahraman, Abdullah Rabinduz û Muhammed Bekîroglû hatin desteserkirin.
Hat zanîn ku ev ciwan di çarçoveya lêpirsînek bi îdiaya "propaganda rêxistinê" de hatine desteserkirin û birine Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.
Erzîrom
Di serdagirtinên malan ên li 3 navçeyên Erziromê û Balikesîrê de 5 kes hatin desteserkirin.
Di serdagirtinên navçeyên Qereyazî, Qereçoban û Çadê de Aydin Sefîl, Îsmaîl Işık, Cuneyt Buyukkaya û Serhat Kaçar hatin desteserkirin.
Polîsan 4 kesên bi îdiayên ser hesabên xwe yên medyaya civakî de “propagandaya rêxistinê kirine” hatine desteserkirin birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê.
Balikesîr
Di serdagirtina li Balikeserî de jî Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civiakî (SES) Ozgur Haciosmanoglû hate desteserkirin. Têkildarî sedema desteserkirinê tu agahî nehatin parvekirin.