Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meşa Gemlîkê di pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran(MED-TUHAD FED) ji bo qedexeya hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re were protesto kirin û bi dirûşma "Em Ji Bo Azadiya Biparêzin Li Dijî Siyaeta Tecrîdê Ber bi Gemlîkê Dimeşin" divîyabû bihata lidarxistin. Lêbelê polîsan destûr nedaye meşê.
Hevberdevkên HDKê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBPê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, alîkar, parlementer û rêveberên hevserokên giştî yên HDPê, aktîvîstên TJAyê û hevserokên giştî û rêveberên Partiya Şoreşger, SYKP û ESP jî di çalakiyê de cih girtine.
Polîsan parlamenter dorpêç kir
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Girseya ku li Kolana Seraskerê kom bûne xwestine ber bi Kolana Bahariye ve bimeşe, lê polîsan girse asteng kiriye. 50 kes hatine desteserkirin.
Koma ku di nav de hin parlamenter jî hebûne ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin. Polîsan rojnamegerên ku xwestine li vir nûçeyê bişopînin dûrxistine.
Polîsan ji bo demekê destûr nedane wekîl ji dorpêçê derkevin. Parlamenterên ku derbasî kolanê Ziya Beyî bûne li wir daxuyaniyeke kurt dane.
Cîgira Serokê Koma HDPê Meral Daniş Beştaş derbarê astengiyan de daxuyanî daye û wiha gotiye: “Polîsên Stenbolê dest ji karê xwe berdane û hewl didin ku HDP helwesta xwe ya li dijî tecrîdê eşkere neke. Koma me ya Meclîsê îro bi giranî li vir e. Em bi berdevkê partiya xwe, hevserok, wekîl û partiyên me yên pêkhateyan re hatin vir ku ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Polîsên Kadikoyê ji danê sibehê ve bi talîmata Walîtiya Stenbolê bi awayekî eşkere sûc dikin. Bi astengkirina wekîl û gel sûcên xwe didomînin.”
Beştaş diyarkiriye ku niha kilît li avahiya wan a navçeya Gemlikê dane û wiha axaftina xwe domandiye: “Rêveberên me yên li qehwexaneyekê rûniştibûn hatin destgîrkirin. Hevalên me tenê ji ber ku hatin daxuyaniyê bidin hatin destgîrkirin. Ji bîr dikin ku helwesta we nikare pêşiya me bigire, hûn ji bo şerê xwe berdewam bikin Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de dihêlin. Hûn bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re hewl didin polîtîkayên xwe yên şer bidomînin. Hûn ê bi van astengiyan nekaribin dengê aştiyê yê bi milyonan bêdeng bikin. Zêdeyî 3 milyon kesî ji bo Birêz Ocalan îmze avêtin. Hûn ê nikaribin li pêşiya şikandina tecrîdê ya ji aliyê me bisekinin. Ev tirsa we, bêhiqûqiya we nîşan dide. Ev keyfiyet û faşîzma we nîşan dide. Vê gavê bi anonskirinê li gorî xwe qanûnan radigihînin, lê em jî ji we re daxuyanî didin. Ey midûrên polîsan, ey walî, hûn sûc dikin, hûn nikarin pêşiya vîna gel bigirin, em li vir nûnertiya gel dikin."
Kesên hatine desteserkirin ev in:
1-Nezir Altıntaş
2-Elif Bulut
3-Pınar Türk
4-Erhan Bayrak
5-Halis Bingöl
6-İlknur Birol
7-Elif Yıldız
8-Evren Talu
9-Mehmet Masyan
10-Aslan Demir
11-Özlem Gümüştaş
12-Deniz Aktaş
13-Aygül Sincar
14-Ferhat Encü
15-Sedat Şenoğlu
16-Ezgi Gürbüz
17-İsmail Temel
18-Roni Gören
19-Koray Türkay
20-Esengül Demir
21-Burcu Gül Çubuk
22-Mürüvet Küçük
23-Birgül İrin
24-Aydın Koçuk
25-Eylem Çelik
26-Rıdvan Karataş
27-Ali İpekli
28-Ünal Yusufoğlu
29-Ali Emre Ecer
30-Esra Üşüdür
31-Suavi bayrak
32-Beyza Karaer
33-Remzi Akbulut
34-Sinem Yıldırım
35-Demet Gülüş
36-Ferhat Yıldırım
37-Ali Menteşağu
38-Mehmet Nuri Candan
39-Songül Alagöz
40-Hilal Başak
41-Ensar Açık
42-Hacer Yaşar
43-Salih Öner
44-Mesut Tağu
45-Mehmet Çelebi
46-Nevzat Yeziz
47-Gülden Doğan
48-Çiğdem Kılıçgün Uçar
49-Hayrettin Baydar
50-Orhan Uzuner
(RT/AY)