Polîsan duh(9ê Hezîranê) êrîşî 4emîn Meşa Rûmetê ya Eskîşehîrê kir. Hatibû plankirin ku dê meş li ber Bîrdariya Ûlûsê bihata lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku rojnameger Nalîn Oztekînê ji Kaos GLê re daxuyandiye, Bîrdariya Ûlûsê ya ku wê daxuyaniya çapemeniyê lê bihata kirin, pêş ku daxuyanî were dayîn bi saetan berê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Derbarê qedexekirina meşê de ji aktîvîstên LGBTÎ+ û parêzeran re çi agahî nehat pervekirin.
Rojnameger jî hatin astengkirin
Piştî girseyê xwest biryara qedexeyê bibîne polîsan 10 çalakger desteser kirin. Rojnamegerên ku xwestin êrîşa polîsan tomar bikin, hatin astengkirin.
10 kesên hatin desteserkirin ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Yunus Emre. Destûr nedan di dema kontrola tenduristiyê de parêzer aktîvîstên LGBTÎ+ bibînin. Aktîvîstên LGBTÎ+ piştî vê bi sloganan êrîş û muameleya xerab protesto kirin.
Parêzer Hasan Çayir ji polîsa dixwaze ku muwekîlên xwe bibîne, lê polîsan bersiva "Ez nahêlim, ev înîsiyatîfa min e." da. Her weha polîsan nehişt parêzer avê bidin aktîvîstên LGBTI+ yên desteserkirî.
Piştî kontrola tenduristiyê çalakger ji bo îfadeyê birin emniyetê.
(TY/AY)