Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Sezgîn dema protestoyên ji bo Wanê yên li Esenyûrtê dişopand polîsan difinê wî şikand.
Ferhat Sezgîn û nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Sema Korkmaz, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Dîlan Şîmşek û nûçegihana Arti Gerçekê Muzeyyen Yuce di dema xwepêşandanên ji bo Wanê de hatibûn desteserkirin.
Parêzerê Sezgîn destnîşan kiriye ku di dema desteserkirina Sezgîn de polîsan tûndkarî lê kirine û difinê wî şikandine.
Dema desteserkirinê ya rojnamegeran ji bo 24 saetî hatibû dirêjkirin. Li bendê ne îro bibin edliyeyê.
Dîmenê tûndkariya polîsan
Her weha rojnameger Sezgîn Kartal dîmenên ku Ferhat Sezgîn di dema çalakiyê de kişandine weşand.
Kartal got, “Kameraya ku min li erdê dît ya Ferhat Sezgînî bû û ev dîmen tê de hatin dîtin.” Di vîdeoya ku Kartal weşand de tundkariya ku polîs li Sezgîn dike jî heye.
Gözaltına alınan gazetecinin görüntüleri#Esenyurt meydanında Van için yapılan eylemde @MAturkce muhabiri Ferhat Sezgin'de gözaltına alındı.
— Sezgin Kartal (@sezginkrtal) April 3, 2024
Yerde bulduğum kamera Ferhat Sezgin'e aitmiş ve içinden bu görüntüler çıktı.
Yayınlamak bana kısmetmiş.
Ferhat Sezgin ve birlikte… pic.twitter.com/6b2aujKvUi
(HA/AY)