Polîsan bi ser buroya Sendika.Orgê de girtin
Serdegirtina polîsan di heman saetên serdegirtinên malan ên ji bo kesên li Stenbolê tevlî 1ê Gulanê bûne de pêk hat.

Polîsan serê sibê bi ser buroya Sendika.Orgê a li Stenbolê de girtin.
Dema ku polîsan bi ser buroyê de girtin kes li wir tune bûye û tevî ku kes tune bûye polîsan pirtûkên li buroyê tevlihev kirine, dolap serobino kirine û qefleya derî guhertine.
Li gorî nûçeya Sendika.orgê hate zanîn ku polîsan 2 fotografên ku li buroyê daliqandî bûye û tevî fotografa Nuriye Gulmenê birine.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.