Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Velî Saçilik civaknasek e ku ew bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, ji karê wî hatiye avêtin. Ew ji bo li karê xwe bê vegerandin li Caddeya Yûkselî xwenîşandanekê dike, duhî polîsan bi fîşekên plastîk êrîşî wî kirin.
Velî Şaçilikî wêneyên birînên xwe yên ji ber fîşekan li laşê wî çêbûyîn di medyaya civakî de belav kirin.
Di 5ê Tîrmeha 2000ê de di xwenîşandaneka li Girtîgeha Bûrdûrê de destê Saçilikî ji laşê wî hatibû birrîn.
Esra Ozakça jî yek ji wan dersdêran e ku ji karê xwe hatiye avêtin û li heman caddeyê xwe nîşan dide. Hevserê wê Semîh Ozakça jî yek ji wan dersdêran e ku ji karê wî hatiye avêtin û ji ber wê 87 rojin di greva birçîbûnê de ye.
Ozakça digel dersdêra di greva birçîbûnê de ya bi navê Nûrîye Gûlmen di 23yê Gulanê de hatibû girtin.
(EKN/MB)