Polîsan bi bariyeran Qada Taksîmê dorpêç kirine
Weke her sal îsal jî polîsan Qada Taksîmê û derdora wê bi bariyeran dorpêç kirine. 1ê Gulanê li Stenbolê derketine darve hatibû sînorkirin.

* Fotograf: İsa Terli - İstanbul / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Beriya 1ê Gulanê li Qada Taksîmê û derdora wê dîsa “tedbîrên ewlehiyê” bi bariyeran hatine girtin.
Bariyerên ku bi kamyonan anîne, li Qada Taksîmê, derdora wê û kuçeyên ber bi Kolana Îstîklalê ve diçin, hatine danîn.
Polîsan bariyer danîne hin xalên Parka Geziyê, Kolana Meteyê û Qada Taksîmê û bere wan kesên dixwestin biçin Kolana Îstîklalê didan xalên din.
Ji ber nexweşiya covid-19ê ango koronavirusê wê 30ê Nîsanê roja pêncşemê saet ji 24.00ê heta 3yê Gulanê saet 24.00ê li 31 bajaran derketine derve qedexe be. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.