Polîsan belavkirina rojnameya Xwebûnê asteng kiriye
Polîsan di 17 û 18ê Îlonê de jî li otogara Amedê dest danîbû ser hejmara 144ê ya rojnameya Xwebûnê.

Fotograf: Rojnameya Yeni Yaşamê
Li Amedê polîsan belavkirina rojnameya Xwebûnê asteng kiriye. Li gorî nûçeya rojnameya Xwebûnê, roja 15ê Çiriya Pêşiyê, piştî hejmara 148ê ya rojnameyê çap dibe, belavkar ji bo rojnameyê bişînin Stenbolê, hejmarê radestî şîrketeke otobisan dike.
Xwebûnê diyar kiriye ku polîs çûne fîrmayê, gef li rayedarên şîrmeyê xwarine û gotine ku hûnê vê rojnameyê nebin Stenbolê. Rayedarên şîrketê 155 rojnameyan li belavkaran vedigerînin û dibêjin ew ê nikaribin rojnameya bibin Stenbolê.
Beriya niha jî, di 17 û 18ê Îlonê de, polîsan bi heman rêbazî hejmara 144ê ya rojnameya Xwebûnê asteng kiribûn. Belavkaran hejmara 144ê ya rojnameya Xwebûnê biribûn otogara Amedê da ku bişînin Mêrsînê, lê polîsan destûr nedabûn. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.