Dema ku namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr li navçeya Mehserta Mêrdînê de serdana sindoqan dikir gengeşî derket.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî gengeşiyê polîsan xaza îsotê berda welatiyan. Herwiha polîsan ji nêz ve gaza îsotê berda serçavên Demîrê jî.
Demîr ji bo bandora gazê ket erdê. Her weha Demîrê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mehsertê.
Ozgur Aksoyê xwest dîmenên êrişê tomar bike, hate desteserkirin.
(AD/AY)