Polîs destûrê nadin kesên ala keskesor hildidin û parazvanên mafan bikevin Kolana Îstîklalê ku ji bo 15. Meşa Rûmetê ya Stenbol LGBTİ+ li Beyoglûyê kom bûne.
Parêzvanên mafan ji bo 15. Meşa Rûmetê ya Stenbol LGBTİ+ yê lî Beyoglûyê kom bûn ku meş di çarçoveya 25. Hefteya Rûmetê ya Stenbol LGBT+ yê lidar dikeve. Polîs destûrê nade ku kesên ala keskesor hildidin bikevin Kolana Îstîklalê.
Hemû sikakên ku bi ser Îstîklalê ve ne ji hêla polîsan ve hatine girtin.
Du aktivîstên LGBTİ+ yê dema ku xwestin herin Kolana Îstîklalê ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin.
(TP/ÇT/FD)