Platforma Zimanê Kurdî ya ku di meha Cotmeha 2018an de ji aliyê partî û rêxistinên kurdî ve li Amedê hatiye damezrandin bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kiriye. Daxûyanî bi sernavê “Îro Roja Zimanê Kurdiye, Li Zimanê Xwe Xwedî derkevin!” hatiye belavkirin.
Daxuyaniya Platforma Ziman wiha ye:
“Di 15ê meha Gulana sala 1932an de li Bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara Hewarê kiribûn. Ev kovara ku xwedî nirxên hêja bû bi salan xizmetên giranbûha kirin. Em dizanin ku îro jî xebata ziman, edebîyat û kultura Kurdî li ser mîrata Hewarê pêşde diçe, dibişkive, geş dibe û berheman dide. Em weke Platforma Zimanê Kurdî li ber xebata Mir Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêzgirtin kemberbest dibin.
Divê dê û bav zimanê kurdî bi hev re biparêzin
"Em weke Platforma Zimanê Kurdî di vê roja watedar de dixwazin bala gelê xwe bikşînin ser pirsa zimanê dayîkê. Zimanê dayîkê divê were parastin û bikaranîn. Dê û bav divê zimanê Kurdî bi hevdû re biparêzin. Em dizanin ku zimanê Kurdî nasnama me hemûyan e, rûmeta me ye, hebûna me ye. Di pirsa zimanê Kurdî de divê em bi hişmendî tevbigerin. Ji ber wan sedeman divê miletê Kurd di her qada jiyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bikar bîne. Bi hemû hêza xwe xwedî li zimanê xwe derkeve. Em dizanin ku hişmendiya zimanê Kurdî bi qasî hişmendiya siyasî ji bona doza gelê Kurd girîng e. Gava ku zimanê me têk biçe, wê bi wextê re gelê me jî têk biçe."
Daxwazên Platforma Kurdî ev in
* Di xebata siyasî de divê Kurd civînên xwe bi Kurdî bikin.
* Di çalakiyan de bi Kurdî biaxivin, rewşenbirên me divê bi Kurdî binivîsînin, hunermendên me divê bi Kurdî xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahîyan de bi Kurdî biaxivin.
* Bila TV, rojname û malpêrên Kurdan bi Kurdî weşanê xwe bikin.
* Di hemû tevgirêdanên olî de zimanê xwe bikar bînin, li mizgeftan, şînan, û li mewlûdan zimanê xwe bikar bînin.
* Di balafirgeh, otogar, otobus û minîbusan de, li sûk û qeyserîyan bi Kurdî biaxivin.
* Ji bona zarokên xwe di dibistanan de daxwaza dersên bijarte bikin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û xwedî lê derkevin.
Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerde û zimanê fermî
Daxwazên Platformê ji berpirs û rayedarên dewletê ev in:
* Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerde û zimanê fermî.
* Bila rayedarên dewletê bi fermî Saziya Zimanê Kurdî damezrînin.
* Bila rayedar û berpirsên dadgeh û zîndanan astengan ji zimanê Kurdî re dernexînin.
* Bila li balafirgeh û otogaran jî bi Kurdî anons werin kirin.
* Bila zimanê Kurdî bi serbestî were bikaranîn.
* Bila zext û zordariyên ku li ser saziyên ziman û weşanên Kurdî hene, demildest rabin. (AY/FD)
Çavkanî û fotograf: Ajansa Mezopotamyayê