Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Platforma Zimanê Kurdî, ji bo xizmetên olî bi zimanê kurdî jî bê dayîn ji Serokatiya Karûbarên Olî re nivîsek şandiye.
Di nivîsa ku imzaya Şerefxan Cizîrî, Berdevkê Platformê li bine de hatiye diyar kirin xizmetên olî yên bi Tirkî têne dayîn, bila bi Kurdî jî bên dayîn û weha hatiye gotin, “Kurd li ti mizgetfê bi zimanê dayîkî û li gor mezheba xwe xizmetê nabînin. Zarokên Kurd, li qursên Quranê nikarin bi zimanê dayika xwe fêrî Quranê bibin. Jin, zilam, pîr û zarokên Kurd ên dibistan nexwendine ji bilî zimanê xwe yê dayikê zaravayên kurmancî û kirmançkî ti zimanên din nizanin”
Di daxwaznameyê de hatiye destnîşan kirin ku li welat nêzîkî 30 milyon Kurd dijîn ku piraniya wan misilman û Şafî ne, lê xizmeta olî ya bi zimanê wan nayên dayîn û weha pêde çûye:
Kurdi ji xizmetên olî bêpare
“Lewma Kurdên nizanin tirkî, tu sûdê ji xizmetên li mizgeftan tê dayîn wernagirin. Kesên ku sûdê ji van xizmetan wernagirin beşa herî mezin a civaka Kurdî ye.”
Di nivîsê de hatiye xwestin li gor mafên mirovan ên gerdûnî, mafên zarokan û mafê welatîbûyînê bila xizmeta olî ya çawa ji civaka Tirk û mezhebê Henefî re tê dayîn bi heman awayî ew xizmet ji bo kurdan û mezheba şafî were dayîn.(AY)
*Çavkani: Ajansa Mezopotamya, Rûdaw