Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Platforma Sînemayê ya Ermenistan û Tirkiyeyê (ETSP) di 9emîn sala xwe de bang li filmçêkir û dokumanterîstên ji Tirkiyê, Ermenistanê û kesên ji dîasporayên her du welatan kir ku bi projeyên hevpar serî li Atolyeya Pêşvebirina Projeyê ya ETSPyê bidin.
Atolyeya ETSPyê di 10 û 11ê Tîrmehê de di dema 14emîn Festîvala Film a Kayisi ya Zêrîn de wê birêve biçe.
Atolyeya ku wê du rojan berdewam bike di nava xwe de perwerdeyan, civînên rûbirû û pêşkêşkirinên projeyan dihewîne.
Xelat 7.500 eûro ye
Lijneyeka navneteweyî dê 10 fîlman ji bo atolyeyê hilbijêrin.
Yek ji wan fîlmên hatîn hilbijartin dê xelata 7.500 euro bistîne.
Lêçûnên çûnûhatin û mayîna beşdarvanên ji Tirkiyeyê (ji her projeyekê ji bo beşdarvanekî/beşdarvanekê) dê ji hêla projeya ETSPyê bê dayin.
Yên ku dixwazin serî li atolyeyê bidin, divê heta 15ê Hezîrana 2016ê serî li atolyeyê bide.
Platformê heta niha ji Tirkiyê û Ermenistanê nêzîkî 100 sînemaçêker anîye ba hev. (YY/FD)