Fotograf: AA - Arşîv
Mark Zuckerberg, Avakarê Facebookê ji civîneke online dîyar kiriye ku niha 95 ji sedê xebatkarên wan li malê dixebitin û ew şêweyê xebatê dê bo nîvê xebatkarên wan bi awayekî mayînde bidome.
Beriya niha Twitterê aşkere kiribû ku xebatkarên wan ên derfetên wan hebin, wê li malên xwe kar bikin. Piştî şewba Covid-19ê li cîhanê belav bûbû, Twitterê biryar girtibû ku heta meha Îlonê wê xebatkarên şîrketê li malên xwe bixebitin.
Li gorî nûçeya Buzz Feedê, Jack Dorsey, CEOyê Twitterê 12ê Gulanê maîl ji xebatkarên xwe şandiye û gotiye piştî bergiriyên koronavirusê rabin jî destûra karkirina li malê wê mayînde be.
Li gorî nûçeya dengê amerîkayê Mark Zuckerberg, avakarê Facebookê gotiye ku xebata ji malê ya jiber vîrusa koronayê çêbûye, kiriye ew jinûve li ser xebata li ofîsan bifikire.
Wî daye zanîn ku herî zêde heta 10 salan dê nîvê 45 hezar xebatkarên Facebookê derbasî xebata ji malê bibin.
Çendîn şîrkedin jî heta dawiya salê destûr dabûn
Facebook dê berê destûrê bide endazyarên payebilind ku ji malê bixebitin û dûre xebatkarên ku performansên wan baş bin jî dê karibin bo xebata ji malê serlêdanê bikin.
Google-ê beriya diyar kiribû ku heta dawiya salê wê xebatkarên wê li malên xwe bixebitin ku Goolge xwediyê Facebook û Alphabetê ye.
Apple, Amazon û Microsoftê jî heta biryar dabûn ku xebatkarên wan neçin ofîsan û li malên xwe xebatên xwe berdewam bikin. (FD)