Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Herêma Kurdistana Iraqê ji bo serxwebûnê referandûm hat kirin, hikûmeta Iraqê da zanîn ku ew referandûmê nas nake.
Iraq
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ibadî got “Referandûm digel biryara Dadgeha Makeqanûnê ku eşkere kiribû divê neyê kirin hat kirin.”
Amerîka
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştî referandûmê behsa ti kiriyarên li Dijî Herêma Kurdistana Iraqê nekir. Amerîkayê xwest Iraq “yekgirtî” be.
Berdevka Qesra Spî got:
“Da ku DAIŞ bê tinekirin û li pêşiya Îranê bisekine em dixwazin Iraqa yekgirtî bibînin.”
Tirkiye
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî got:
“Ji xwe ve çi bûye? Ji sedî 90, 92yê kesan [Referandûma Serxwebûnê] erê kiriye. Kî dê serxwebûna te qebûl bike? Îsraîl... Dinya hew ji Îsraîlê pêk nayê...
“Dema me devikê boriyan girt karê te têk diçe. Dahat mahatên wan bi vê yekê tine dibe. Dema TIR neçin Bakurê Iraqê ew ê nan û çilikan nebînin.”
Sûriye
Wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Valîd Mûallîmî ji RT TVyê re gotiye ew Iraqa yekgirtî dixwazin û li dijî bûyerên parçekirinê ne.
Rayedarên Kanadayê eşkere kirin ku ew rêzê li referandûma Herêma Kurdistanê digirin. Wezareta Karên Derve ya Swêdê jî xwest kêşe bi dîyalogê bê çareserkirin.(YY/MB)