Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokdewletê DYAyê Donald Trûmp û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Spî civîna çapemeniyê ya hevbeş lidar xistin.
Civîna çapemeniyê piştî wê hevdîtina her dû serokan lidar ket ku cara pêşîn rûbirû tên ba hev. Hevdîtin 20 deqîqeyan doman.
Serokomar Erdogan di civînê de axivî û got, “Gelekî girîng e ku di serî de li hemberî DAIŞê li hemberî hemû rêxistinên terorê yên li herêma me em piştevaniya hevpar nîşan bidin. Em bi biryar in ku li hemberî rêxistinên terorê yên li ser dahatûya me ku xetereyê çêdikin têkoşînê bikin”.
Erdogan di berdewamiya axavtina xwe de got “Di dahatûya herêma me de cî ji bo rêxistinên terorê nîne” û wiha berdewam kir, “Bi taybetî ji hêla kîjan welatî be bila bibe muxatabgirtina rêxistina terorê YPG/PYDê ne li gorî lihevkirina gihiştî ya di qada navdewletî de ye”.
Erdogan ji bo îadekirina Fethullah Gulen jî diyar kir ku “Ez ê bi awayekî vekirî bendewariyên me yên derbarê rêxistina terorê FETOyê ya ku failê hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ye, ji Birêz Serok re bînim ziman”.
Trûmp: “Em hewldanên Tirkiyê yên ji bo li Sûriyê xwînê bide sekinandin diecibînin”
Piştî Erdogan Serokdewletê DYAyê Trûmp axivî.
Trûmp diyar kir ku “Em dixwazin bi Tirkiyê re têkiliyên xwe yên bazirganî û ekonomiyê xurt bikin.
“Ez gelekî bêsebr im ku bi Erdogan re Ji bo dabînkirina ewlekarî û aştiya li Rojhilata Navîn, têkoşîna li hemberî xetereyên ku em bi hev re par vedikin û ji bo avakirina dahatuyeke bi rûmet a ji bo hemû mirovên me kar bikim”.
Trûmp derbarê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê berdewam dike de jî axivî:
“Em wî tiştî diecibînin ku Tirkiye ji bo hewldanên qetlîamên sawnak ên li Sûriyeyê bide sekinandin serokatiyê dike. Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê hemû cîhanê dixe nava şokê. Ji bo ku em vî tiştî bibînin divê tenê em rûpelên pêşîn ên rojnameyên îro binêrin. Em piştgiriya wan hemû gavan dikin ku ji bo li Sûriyeyê tundî kêm bibe û derfetê ji çareseriya aştiyane re çêbikin”. (HK/FD)