Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Donald Trumpî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daye zanîn ku wî perman daye û xwestiye cezayên li Îranê hatîn birîn bêne zêdekirin.
Roja Şemîyê bi droneyan êrîş li du tesîsên petrolê yên Erbîstana Siûdîyê hatibûn kirin. Erbîstana Siûdîyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îranê wek berpirsa vê êrîşê dibîne.
Li gor peyama Trumpî li ser medyaya civakî belav kirî wî ji Wezareta Xezîneyê ya DYAyê xwestiye zêdetir ceza li Îranê bê birîn.
Wezareta Parastinê ya Erbîstana Siûdîyê daxuyanîyek weşandiye û diyar kiriye ku ew ê bi delîlên piştraskirî eşkere bikin ku Îran jî li pişt êrîşê ye.
Navenda petrolê ya êrîş lê hatî kirin yek ji mezintirîn tesîsên Erbîstana Siûdîyê ye. Rojane 7 milyon varil petrol tê derêxistin û dabeşkirin.
(PT/MB)