Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh bi şev, di weşana hevbeş a TRTyê de axivî. Erdoganî di bernameyê de bersiva wan pirsan da ku derbarê kêmkirina faîzê de bû.
Erdoganî di axavtina xwe de gotina “Modeleke nû ya ekonomiyê” bikar anî û wiha got: “Em wê polîtîkayê qebûl nakin ku faîzeke zêde dide û pereyê germ dikişîne. Em ê bi faîzeke kêm piştgiriyê bidin hilberanê û ixracatê. Armanca me ew e ku em bi faîzeke kêm gelê xwe, esnafê xwe derkevin firehiyê û bikin ku bêhtir razemenî çêbibe. Faîz sedem, enflasyon encam e. Em niha faîzê kêm dikin û Xwedê hez bike em ê giş bi hev re bibînin ku wê faîz bikeve.”
Dema bernameya ku Serokomar Erdogan beşdar bû dolarekî amerîkî dikir 13.30 lîreyê tirkan. Piştî vê daxuyaniya Erdoganî nirxê dolaran li beramberî TLyê bilind bûye û gihîştiye 13.96 lîreyî. Li gorî vê encamê di nava rojê de nirxê lîreyê tirkay li beramberî dolarê amerîkî ji sedî 7an kêmtir bûye.
Nirxê dolarî vê sibehê dîsa hinekî kêm bûye û yek dolarekî amerîkî bûye bi 13.50 lîreyê tirkan.
NOT: Nirxê pereyê tirkan ji serê 2021ê û vir ve ji sedî 46 kêmtir bûye. Bi tenê di nava meha Çiriya Paşiyê de ji sedî 29 daketiye.
(TP/FD)