Piştî biryara faîzê ya Bankaya Navendî nirxê dolar û Euro zêde bûye
Piştî biryara faîzê ya Bankaya Navendî nirxê dolar bûye 24, 18 û yê Euro jî bûye 26,60.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bankaya Navendî piştî 27 mehan rêjeya faîzê zêde kiriye. Bi zêdekirina rêjeya faîzê re nirxê dolar û Euro jî li beramber Lîreyê Tirkan zêde bûye. Rêjeya faîzê 650 puan hatiye zêdekirin û ji %8.5an bo %15an hatiye bilindkirin.
Pêş biryara Bankaya Navendî nirxê dolar li beramber Lîreyê Tirkan 23,54 bû û piştî biryarê derketiye 24,18 lîre.
Her weha Euro jî ji 25,91î derketiye 26,60an.
Gramek zêr jî bi zêdebûna 30 lîreyî ji 1460 lîreyî derketiye 1492 lîreyan.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.