Fotograf: Nîhad Mahmûdlû/Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şerê Azerbaycan û Ermenistanê bi agirbestê encam dabû. Bîmeya ku di dema şerî de mabû, bûye sedema mirina du rojnamegeran.
Ermenistan di meha Çiriya Paşiyê de li herêma Kelbecera Qerebaxa Jorî bi şûn ve kişiyabû. Di 4ê Hezîranê de li vê herêmê di encama teqîna bîmeyekî antî tankî de Siraj Abyshev, Kameramanê AzTVyê ku televizyona Dewleta Azerbaycanê yê, Maharram Ibrahîmov, nûçegihanê (AZERTAC) Ajansa Nûçeyan a Dewleta Azerbaycanê û rayedarekî herêmî mirine. Her weha çar kes jî brîndar bûne.
Sîraj Abyshev 32, Maharram Ibrahîmov 39 salî bûne. Piştî bûyerê Dûnja Mîjatovî, Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê bûyer weke “trajedi” binavaniye û destnîşan kiriye ku divê herêmên bîmekirî bi rêya hevkariya navneteweyî were paqijkirin.
Ji ber bîmeyan 27 kes mirine
Piştî bûyerê Serdozgeriya Azerbaycanê aşkere kiriye ku di 10ê Çiriya Paşiyê li roja ku bi Ermenistanê re agirbest hatiye îmzekirin heta niha 20 kesên sivîl yên Azerbaycanî û 7 leşker ji ber bîman mirine.
Her weha di heman qonaxê de 86 leşker û 29 sivîl di encama teqîna bîmeyan de brîndar bûne.
(HA/AY)