Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku serokê MHPyê(Partiya Neteweperest a Gelî), Devlet Bahçelîyî li ser seroka ÎYÎ Partîyê(Partiya Baş), Meral Akşenerê twit nivîsîn, piştevanên MHPyê çûne ber deriyê Akşenerê.
Walîtîya Stenbolê diyar kiriye ku ew ê li ser bûyerê lêpirsînekê bidin dest pê kirin.
Dewlet Bahçelîyî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiribû ku Meral Akşener hewil dide partiya wî parçe bike. Bahçelîyî herweha gotibû “ev ji bo wê xanimê hişyarîya paşiyê ye.”
Seroka ÎYÎ Partîyê li ser vê yekê navnîşana xwe parve kiribû û meydan ji Bahçelîyî re xwestibû. Piştevanên Bahçelî çûne ber mala Akşenerê û li dijî wê dirûşm gotine. Akşenerê vîdeoyek parvekiriye û di vîdeoyê de tê bihîstin ku ew dibêje “ka werin hûn mêr in hûn ê bên!”
Akşenerê ji Bahçelîyî re jî nivîsîye “li ser milê zarokên dayikên dî nîşandana mêraniyê ne ti mêranî ye. Heke zeravê te hebe em li benda te ne.”
Polîsan dora ÎYÎ Partîyê ji bo trafîkê girtiye û tedbîrên ji bo ewlehiyê girtine.
(ÇT/MB)