Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komeke pisporên Neteweyên Yekgirtî sûcdariya mafparêzan a bi “terorê” şermezar kirin.
Pisporan bibîr xist ku Serokê Şaxê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê Taner Kiliç, 14 parêzerên ji Buroya Hiqûqê ya Gel, mafparêz û karsaz Osman Kavala û di 5ê Tîrmehê de 10 mafparêzên li Buyukadayê hatine desteserkirin û diyar kirin ku “Em ji rayedarên Tirkiyeyî daxwaz dikin ku hemû mafparêz û parêzerên di çarçoveya van lêpirsînan de girtî ne serbest bimînin û sûcdarkirinên ‘terorê’ yên li hemberî wan tên kirin divê bi dawî bên”.
Pisporan gotin, ew endîşeyê ji wî tiştî dikin ku çalakvan di dema girtîtiyê de rastî muameleyên xirab û yên li dijî mirovahiyê bên û ji ber ku di 25ê Çiriya Pêşiyê de 8 mafparêz serbest mane ew kêfxweş bûne.
Pisporên NYyê ev in
Raportora Taybet a Mafê Azadiya Kombûnê û Xwenîşandana Aştiyane Annalisa Ciampi, Raportorê Taybet ê Rewşa Mafparêzan Mihel Forst, Serraportorê Koma Xebata li ser Girtina Kêfî José Antonio Guevara Bermúdez, RaportorêTaybet ê Piştgirî û Parastina Azadiya Xweîfadekirin û RamanêDavid Kaye û Raportora Tabet a Piştgirî û Parastina Mafên Mirovan di Têkoşîna bi Terorîzmê reFionnuala D. Ní Aoláin.
Pisporên serbixwe yek ji parçeyeke Usûlên Taybet ên Konseya Mafên Mirovan in. Usûlên Taybet di nava sîstema Mafên Mirovan a NYyê de civaka pispor a serbixwe ya herî berfireh e û navê giştî yê heyeta çavdêriyê û lêkolîna li ser rewşa li welatên diyar an jî rojevên tematîk ên li cîhanê ye.
Pisporên Usûlên Taybet bi dilxwazî kar dikin. Li derveyî hemû cure rêxistin û hikûmeta ne û di çarçoveya kapasîteyên xwe yên şexsî kar dikin. (EA/FD)