Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Bianetê “Pirtûkxaneya Nûçegîhaniya Zayendparêz” ava kir.
Vekirina pirtûkxaneya online, duh bi konferansekê hat ragihandin ku projeya pirtûkxaneyê bi piştgiriya Fona Navbeynkar a Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê (NEDMM) hatiye birêvebirin û di encama xebatên du salan de hate amadekirin.
Hûn dikarin li ser malpera www.haberdetoplumsalcinsiyet.org ê xwe bigihînin naveroka pirtûkxaneyê. Di pirtûkxaneyê de beşê “Rehber”, “Lêkolîn û analîz”, “Nûçe û hevpeyvîn”, “Ferheng” û “Çavkanî” yê heye.
Di naveroka pirtûkxaneyê de çi heye?
Di beşa Rehberan de bi armanca ku jin û LGBTİ di medyayê de wekhev û adilane bên nîşandan û nûnertiya wan bê kirin û ji bo wekheviya zayendparêziyê di nava civakê de bike nêrîneke sereke, ji bo xebatkarên medyayê çavkaniyên netewî û navnetewî hene. Di bin beşa rehberan de, “nûçegîhaniya jinparêz”, nûçegîhaniya LGBTIparêz” û “nûçegîhaniya zayendparêz” heye.
Di beşa lêkolîn û analîzan de, rapor, lêkolîn, tez û gotarên akademîk ên li ser nûçegîhaniya zayendparêz hatine bicîkirin.
Di beşa nûçe û hevpeyvînan de, nûçeyên ku di medyaya netewî û navnetewî de cî girtine hene.
Di beşa ferhengan de “Ferhenga Nêrîna Zayendî” ya heye ku Inter Press Service (IPS) ferheng bi wê armancê amade kiribû ku wekheviya zayendparêziyê di nava saziyê de dest pê bike û ji wir di nava pêvajoya avakirina nûçeyê de belav bibe. Ferheng li Tirkiyeyê ji hêla Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ve hatibû çapkirin.
Di beşa çavkaniyan de agahî derbarê saziyên ku bi xebatên xwe di nava pirtûkxaneyê de cî digirin hene.
Elîçîn: Li Tirkiyeyê ya yekem e
Koordînatora Projeyê Oznûr Sûbaşiyê destnîşan kir ku nûnertiya zayendparêziyê ya adil û bihevsengî wê bandoreke girîng li ser avakirina civakeke bêhtir wekhev û tevgir be. Ali Şeçkin Karayolî ew kitêbxane dîzayn kiriye.
Rojnameger Işin Elîçînê şêwekariya naveroka pirtûkxaneyê û edîtoriya di dema amadekariya ji bo weşanê de kiriye. Elîçînê diyar dike ku ew hêvî dike malper di serî de ji bo rojnameger û xebatkarên medyayê yên dixwazin li ser nûçegîhaniya zayendiyê kar bikin û xwe di vî warî de perwerde bikin, bibe çavkaniyek.
Elîçînê diyar kir ku ev li Tirkiyeyê ya yekem e. (ÇT/FD)