Xwediyê Pirtûkfiroşiya Medyayê, Selahattin Bulutî bi rêya medyaya civakî bangî zarok û malbatên wan kiriye bila pirtûkên zarokan bikirin.
Wî bang li malbatan kiriye ku bila malbat roja Şemiyê destê zarokên xwe bigirin û Pirtûkfiroşiya Medyayê ji bo wan pirtûkan bikirin.
Selahattîn Bulut bi xwe jî nivîskar e, wî diyar kiriye xwendevan herî kêm bi pirtûkên zarokan re eleqedar dibin.
Banga Bulutî li jêr e:
“Pirtûkfiroşiya Medyayê 21 sal in ku li Stenbolê pirtûkên bi zimanê kurdî û bi zimanên dî yên eleqedarê kurdan difiroşe.
“Dixwazim ji we re tiştekî bêjim. Ji bo min pir muhîm e. Înşale wê ji bo we jî muhîm be. Ji roja ku min MEDYA KİTABEVİ ava kiriye û heta bi îro, -ev tam bîst û salek çê bû- kitêbên herî hindik eleqe dîtine KİTÊBÊN ZAROKAN e. Hindik çap bûne, hindik sewal bûne, hindik hatine kirîn û hindik hatine firotin.
“Ev rewşa hanê dilê min diêşîne. Ev bîst û salek e, li KİTÊBXANEYA MEDYAYÊ, bi hêviya ku hûnê rojekê werin li KİTÊBÊN ZAROKA bipirsin ez sekinîme. Ma gelo miletekî dê û bavê wan ji zarokên xwe re çîroka nexwînin û zarok li ber serê xwe bi pirtûkên rûpelên wan vekirî re ranezên, ewê serê wî miletî ji derd û belan çawa xelas be. Ez dibêm ka werin rojên şemiyê bi destê zarokên xwe bigirin û werin PİRTÛKXANEYA MEDYAYÊ. Bila zarok vê rêyê hîn bibin ji bo ku sıberoj ew bi xwe werin.”
(MB)