Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Têkoşîna li Hemberî Tundiya Zayendî ji bo dersdêr û şêwirmendan pirtûka bi navê “"Xebata li ser têkiliyên biewle yên bi ciwanan re" weşand.
Pirtûk di çarçoveya projeya bi navê “çi heye çi tune?” de hatiye weşandin. Armanca vê projeyê ew bû ku bêhtir haya ciwanên diçin lîseyê ji mijarên zayendiya civakî, cudakarî, zordestiya sanal û tundiya flortê çêbibe. Ji ekîba komeleyê psîkolog Nûrgul Okturk û Merve Karabûlût, dersdêr û şêwirmenda tenduristiya zayendî Efsûn Sertoglû di amadekariya pirtûkê de cî girtine.
Ozturk derbarê pirtûkê de wiha axivî:
“Di dema amadekirina pirtûkê de xala herî zêde me girîngî dayê ew bû ku pirtûk xwedî zimanekî berfireh û xurt be. Di wê dema ku li vê qadê kar dikin de li şûna hin tiştan li ser wan ferz bikin, divê li wan baş guhdar bikin û xwendekar bizanibin ku mijarên axavtinê ne.”
Dîzayna pirtûkê ji hêla Buşra Erînkurtê ve hatiye çêkirin û Sefareta Hollandayê piştgirî daye wê. Ji bo versiyona PDF a pirtûkê bitikîne. Ji bo ku karibin pirtûka çapkirî bidest bixin maîlê ji Komeleya Têkoşîna li Hemberî Tundiya Zayendî re bişînin. (ÇT/FD)